Ahmet Akgunduz îdia kir ku “Seîdê Nursî (Kurdî) ne Kurd e û ew neviyê pêxember e.” li ser daxuyaniya wî, serokê Komeleya Nûbiharê daxuyani ya ku daye Rûdawê, yê hatiye weşandin li jêr e:
‘Ev lêkolîn Bedîuzzaman haşa weke derewker nîşan dide’
Serokê Giştî yê Komeleya Çand û Perwerdehiyê (Nûbihar-Der), Mehmet Rauf Çîçek, li hemberî vê îdiayê nerazîbûn nîşan da. Çîçek bi bîr xist ku Seîdê Kurdî di dadgehan de gellek caran gotiye “ez ne seyîd im” û bi sedan caran jî di berhemên xwe de behsa kurdbûna xwe kiriye.
Çîçek li hemberî îdiayên Akgunduz ev tişt gotin: “Di bin navê ilmê de 30 salan li ser kurdnebûna hostayê mezin lêkolîn hatiye kirin. Ez ji vê lêkolînê, ji ilm û jidilbûna wî kesî bi guman im. Eger ewqas sal li ser nêrîna wî ya kurdayetiyê lêkolîn bihata kirin, bawer im niha pirsgirêka kurd zû de hatibû çareserkirin.”
Çîçek bal kişand ser wê yekê ku Akgunduz bi vê lêkolînê Bedîuzzaman Seîdê Kurdî weke “derewker” bi nav dike û wiha axivî: “Lê Bedîuzzaman ti caran derew nekirine û derew nenivîsiye. Hostayê mezin di dadgehan de jî, di berhemên xwe de jî behsa kurdbûna xwe dike.”
…………………………
Maşala Dekaka-Amed (Rûdaw)
