HomeGiştîEvdalê Zeynê

Evdalê Zeynê

Ev teksa semînera “Evdalê Zeynê di 12.01.2013an de li Komeleya Nûbiharê d şaxa Wanê de hatiye dayîn. Teksa “Evdalê Zeynê” li jêr e:

Evdalê Zeynê

1-Ji dayikbûna Evdal

Di derê sedsala 1800an da, Evdal li hêla çiyayê qertewînê, li gundê Cemalvêrdî ku niha girêdayê bi İntabê/Tutaxê ve ye ji dayik bûye. Ji eşîra  Memana ku ji Pazûkî, qazkî, banokî pinanşî ne. Bava  tê Evdal ji şaxa Pazûkiyane. Navê bavê vî Mistefa; navê diya vî Zeynê ye. Navê kalikê wî Hesenê Pazûkî ye. Evdal du sê salî bûye bavê wî miriye. Evdal êtîm maye. Zeynê xwe dide ser mala xwe. Wekî mêrekî malxêtiya xwe ji dike. Evdal mezin dike.

2-Xortanî zewaca wî

Piştî sala zemana Evdal mezin dibe. Dibe xort, keçikeke ku navê vê Eyşê ye dizewice. Wekî gundiyan bi kar û barê rêncberiyê da îdara xwe dike. Bi navê Mihê û Hemê du kur; Kewê, Pûlî încî, Durê û çar qîz hebûne. Beşerê İsmaîlê Mihê Evdal li Menemena İzmirê dijî.  Di van salan da yên ku li gundiyan dibine mihvan li oda çîroka, kulama sohbeta dibêjin bala Evdal pir dikişîne. Daîm diçe van şevbirka guhdar dike. Salên dawiyê Evdal carna bi sere xwe li çol mesîla digere. Diçe ber qeraxê çema li ber dara bi saeta guhdariya çivîka dike. Wisa ye ku Evdal dibe aşiqê xwezayî.

3-Xewnadîtina  wî

Şevekî Evdal xewnekî dibine. Di xewna xwe da dibîne ku dunya tevlihev bûye. Di vê gengeşiyê de Evdal vedireşe. Ji qirika wî garis dikişe. Evdal sibetirê diçe cem rîsipiyê gund. Rîsipî: “dibe eger te ev xewna han, di panzde saliya xweda dibûya tê bubyayiyî alimekî mezin. Heke te di bist saliya xweda bidîtiya tê bûbyayî merivekî dewlemend. Lê te di vî emre xweda ditiye tê bibî şairekî rû dunê. Heta dunya hebe navê te yê bê bihistin.”

Sihsaliya xwe da Evdal rojekî nexweş dikeve. Nexweşîke wisa giran tê halê mirinê. Şeş meha li erde dimîne. Rojekî Eyşêya jina vî ji derda tê dêna xwe dide ku kelekala evdale strana dibêje. Ditirse. Diçe gazî cemalvêrdiya dike. Gundî tên. Hinek dibên bayê tayê ye. Hinek  dibên sir peketiye. Lê demeke din şûn ve Evdal radibe ser xwe. Dibe Eyşo ez pakim ji min re şerbetekî çêke bîne. Biştî vexwarina şerbete dest dide peleguha xwe, awazbiawaz strana dibêje. Hetani êvarê gundî paşê bela dibin. Nav û denge Evdal di demeke kinda li welatê serhedê bela dibe. Bi dengbêja ra dikeve lecê. Axa û begê welat dewat û şahiyê xwe de dişine pey Evdal. Evdal diçe dewata. Evdal hê ku li heyatê bûye dibe efsane. Evdal bi bisî gundî ve diçine Ezurmê karwaniyê. Li Çûliyê diêwirin. Strana xwe ya Çûliyê li vir dibêj. Piştî zemana diçe Tekmanê li ser keçikeke evîndar strana dîlber dibêje.  Paşê bi karwanê Bekira re diçe Diyarbekrê, Silîva strana Şêx Ronî dibêje. Evdal ku nêzîkî çil salî dibe li welatê Serhedê tu dengbêj culet nakin ku bi Evdal re bikevine lecê.

4-Evdal û Gula File

Li kela Elajgirê/Topraqelê dengbêjeke Surmelî Memed Paşa bi navê Gulê hebû. Qîza keşîşê file buye. Gulê ji genbêjeke bi nav û deng buye. Gulê gotiye ku “kê di dengbêjiyê de ji min bihere ezê pê re bizewicim”.

Rojeki Evdal dibihêze ku li Xamûrê dewetek çêbûye. Gulê û Surmelî Memed Paşa hatine dewetê. Navbera Cemalvêrdî û Xamûrê 60-70 km ye. Evdal diweste. De dibe ezê westa xwe daynim. Sibê xwe bidme naskirin. Bi Gulê re bikevime leçe Evdal ku diçe dîwanê dêna xwe didê ku Surmelî Memed Paşa bi tevê giregrê kurdan ve li dîwanê rûniştîne. Gulê ji di nav de distirê. Evdal bêdeng li jêra dîwanê rûdinê Gulê dêna xwe dide ku mêvanek hat li jêrê rûnişt Gulê bi degnbêji li mêvan bixêrhatinê dike. Evdal ji hêrs dikeve dibêje “Ez şahê dengbêja Evdalê Zeynê me. Li serhedê qesasê serê Dengbê û şaire qelkê me” Evdal û Gula file sêroj û şeva didin e ber hev. Dawiyêde Gulê serî li ber evdal datine. Dibe Evdal te zora min bir. Ez li ser soza xwe me ku tu qebûl bikî ez ya te me. Bi şertê ku ezê li ser dînê xwe bim.  Evdal dibe Gulê tu dengbêji evqas li ber min nedaye. Tu ji dengbêjeke mezinî. Ez zewicî bi jin û zar im. Tu dê û xwûşka minî. Li ser daxwaza Surmelî Memed Paşa Evdal qebûl dike, dibe dengbêj û şêwirmendê Surmelî Memed Paşa. Surmelî Memed Paşa kurê Îshaq Paşaye. Surmelî Memed Paşa ji Evdal re derheqa malbata xwe ve awiha dibêje kalkê minê ku navê wî Purbelali Mehmed Paşa bu, pirî ku zora ecem û Uris biribu. Ev leqeb hildabu. Ser vê yekê carekî Ûris êrîş kir em hatine kela Elejgirê. Piştî çûyina Ûris paşayê Osmanî nehişt ku êdî em bizivirne Bazîdê. Paşê Surmelî Memed Paşa gundê Bêdir dide Evdal. Lê Evdal diçe bi gundiyan re dipeyive. Dibe ez merivekî şair im dengbêj im axatiya gundiyan ji min re nabe. Bes axpînekî bididne min bese.

5-Evdal û Şêx Silê

Li Îranê dengbêjeki Tahir Xanê Qelenîyê hebûye. Navê wî Şêx Silê bûye. Ew ji dengbêjekî bi nav û deng bûye.  Di navberekî da çend meriv ji Serhedê diçine qeleniyê. Yek ji wan dibe ez Evdalê Zeynê me. Li ser vê yeke Tahir Xan gazî Şêx Silê dike bi wî dengêjî re dikeve leçe. Şêx Silê zora wî denbêji dibe. Tahir Xan namekî li ser vê mîjarê digre ji Surmeli Memed Paşa dişine. Li ser vê yeke li deverê ev xeber bela dibe. Xeber digêhêje Serhedê. Surmeli Memed Paşa zehf diqehire. Evdal ji li gere bûye. Zivirandinê Surmeli Memed Paşa ji Evdal re dibe çi hal e. Tu çûyî Qeleniyê te bi dengbêjê Tahir Xan re straye . te ez razîl kirime.  Evdal dibe mîrê min xwe aciz neke. Ez neçûme Îranê ;ne ji min bi yekî wisa re klam gotiye. Surmeli Memed Paşa jî Evdal bawer dike. Lê dibe Evdal madem wisaye tevdîra xwe bibine here Qeleniyê bi dengbêjê Tahir Xan re bistirê were. Surmeli Memed Paşa Emerê Hecî Îso bi yekî din ve bi Evdal re dişine Qeleniyê. Ji Tahir Xan re cewaba nama Tahir Xan jî dişine. Jê re dibe dengbêjê min Evdalê Zeynê eve. Evdal bi şandê ve diçine Qeleniyê name didine Tahir Xan. Tahir Xan gazî giregirê xwe dike. Gazî Şêx Silê dine. Şêx Silê bi Evdal re kete lece heft roj û heft şev lece domand.

Tahir Xan zehf hêrs dikeve dîsa ji Evdal ji Tahir Xan re dibe Şêx Silê şaîr û dengbêjeki mezin e heta niha hiç hesekî evqas li ber min nedaye. Ev strana leçe demeke  kin de li seraserê welat da belav dibe. Dengbej distirên.

6-Evdal û çûyina Xozan

Bihara 1865 da sultanê Osmanî Ebdulezîz fermaneki  Surmeli Memed Paşa re dişine. Jê alikarîyê dixwaze. Li Xozanê/Kozan bi navê Xozanoxlu li hember dewleta Elî Osman dertê bacê nade dewletê. Ji bo helkirina vê pirsgirêkê binavê Firqa İslahyê hêzekî leşkeri hatiye damezrandin. Em dixwazin tu ji welatê Serhedê bi qasî çarsud siyarî xwe bigîhînî vê Firqê. Sereskerê vî leşkeri Dewrêş Paşaye. Divê fermandariyêde qehremanê şerê Qirimê kurt İsmaî Paşa, Mirliva Hesen Paşa, û hvd. Ev leşker li panzne tabûrên peya du alayê siyarî pêkhatiye. Dema rêketinê tu here walî-paşayê Ezurumê agahdar bike. Surmeli Memed Paşa giregirê heremê berav dike pê dişêwêre. Piraniya wana dibe neçe. Lê Surmeli Memed Paşa biya wan nake. Dibe ezê herim. Lê ezê merivê wisa bibêjêrim ku mêraniya wan li her deri belav bibe. Xeber dide derdora demeke kinda pênsud siyar li kela Elejgirê belav dibe. Paşa dipirse û dide pirsin xalê kîjanan jîr û mêrxas be wana dibijêre. Paşê ji li çalakbûna wana diceribîne. Çarsud siyarî dibijêre. Demeke kinda çarsud siyar bi mizraqê xweva li hespê xwe siyar li dere qonaxa Surmeli Memed Paşa kom bûn. Paşa dibe Evdal de bistirê bira esker bi rêkeve. Evdal distirê dibe qûrîniya jin û zara digîn. Paşa dizivire se Evdal dibe mala te ma em diçine şînê qaydê xwe biguhire. Evdal klamên şahiyê dibêje. Eskerê qerenîzamê bi re dikeve. Diçne Ezurmê  valî-paşa wana baş diecibîne dike mêvan. Lê ji wan re dibêje dema ku hûn di Dêrsimê re derbasbin baldarbin xelkê wê deverê pir asê û hov in. Dibe ku êrîşe we bikin. Dema ku xwe digihînine Dêrsîmê Evdal klama xweye navdar ji paşê û eskerê wî re distirê. Memed Paşa têkiliyan bi Dêsimiyan re çêdike. Bê pirsgirêk ji Dêrsimê ber bi Xozanê ve diçin. Xwe digîhînine Xozanê.

7-Melbata  Xozanoxlu

Ça ku salix didin dibe malbata xozanoxlu di dema Selçûkiyan da ji Întabê çûne li vir bi cî bûne. Çi ku xelkê deverê turkmen bune bi dervastbûn deme wana kurdî ji bîrva kirine. Dewleta Osmanî bicaran êrîşî birye ser vana lê encam nedye. Vêcarê dixwaze ku encam hilde. Surmelî Mehmet Paşa bi eskerê xwe ve digihîne Xozanê. Dewrê Paşa haziriye şer dibine. Deste eskerê Dewrêş Paşa da tivingê şîşxanê hebûne. Li çiyayê Xoznê şerekî dijwar çêdibe. Axayê Xozanê yê mezin Ûsiv axa bûye. Ûsiv Xozan di navbera herdû kurê xweda parvekiriye. Dewrêş beg bi dusud siyarîve êrîşê dibin ser Xozanê Ulaşlu zora Dewrêş begê dibe. Lê li ser hatina Aslan begê Zerkez û Gurciyan turkmena tur tela dikin. Dewrêş beg paşê ji dajo ser Qedîliyê wana ji serokê van dîl digre. Yên mayin ji dişine mefîtiyê. Nêzê çil û pêncî hezar kesi dişine Çuxûovayê, Helebê, Amedê, Qeyserê. Dewrê Beg xebera serkeftinê bi têlqirafê dide Stembolê. Ji bo Mehmed Beg û Aslan Beg paşatî û Mîrî mîrantiyê Ferman dike. Dewrê Beg haziriya vegerê dike.

8-Hatina Evdal bal welat ve

Wê deme di nav eskerda nexweşiya qolerayê  derdikeve. Di zemanekî kurt da gelek kes telef dibin. Ji siyarê Memed Paşa ji gelek kes dimrin. Ji çarsud siyarî sirf çil pêncî hev dimînin. Ewanê ku sax dimînin ji her yek bi alikîve diçe. Apê Evdal Reso pismamê wî Feqî Eliyê Piri ji dimrin. mehina apê Evdal pir jêhatîbûye. Evdal hespê xwe bi mehînê ve hildide bir ê dikeve. Dîyarbekrê re bi geliyê xerzan re tê. Hespê wî diweste li mehÎnê siyer dibe;mehîn diweste li hespê siyer dibe dajo tê. Di gelide hin meriv didine pey Evdal lê pêra nagihînin. Evdal ku tê xebere mirina wan dikeve nav milet dibe şîn gîrin. Evdal strana wey Xozanê li ser vê bûyerê dibêje.

9-Kuştina zîhê Memed Paşa

Wê deme çadıra Surmelî Memed Paşa li binya Xozanê/Sisêli ser kanîkî buye. Merivê wê derdorê ji Memed Paşa re dibêjin çadıra xwe li ser vê kaniyê rake. Mer û zîha li vê dere hene yên li te xin. Memed Paşa dibe ez çadıra xwe ji vir ranakim. Ez rakim xelkê bije Memed Paşa ji mer tirsiyaye. Bira mer ji min bitirsin. Memed Paşa diçe ser riya mer hendeqekî dide kolanê. Şûrê xwe hildide dikeve hendeqê. Li hêviya mar disekine. Demeke ber bi êvarê merekî mezinê mina ejderhakî/zîhaki dikişe ku bê ser ave. Memed Paşa êrîşê zîhê dike dide ber şûra xedar birindar dike. Zîha poçika xwe davêje dar bere wan dera tevî tîne xarê Paşê ku xwe davêje hendeqê poçika vî jê nagre. Bi vî awayê Memed Paşa û mar gelek li ber hev didin. Dawiyêda Paşa mar dikuje.xelkê deverê vî cesater û mêraniya paşê re ecêvmayî dimîne. Disa tên cem Memed Paşa jê re dibêjin ev marê ha daîma çot in. Hevalê wî yê were heyfa hevalê xwe bistîne. Tu were çadıra xwe ji vir rake. Memed Paşa biya wan nake çadirê li ser kaniyê ranake. Du sê roj şûnda  Paşa diçadirêda dêna xwe dide ewte ewta bonciyê xwe dibihîze. Guhê xwe didê dina xwe dide denge guje gujê tê. Dema ku radibe. Şûrê wî di stuna çadirê ve dardakirî buye. Memed Paşa dest davêje şûr ji nişkêva dibe şirqîn. Mar xwe davêje Memed Paşa wî û stuna  çadire dike yek xwe lê dialîne. Bi lêxistina mar şûr ji desta dipeke. Ku denge bûncî dibihêze jina paşê jî tê çadıra Paşê vê rewşa xeter dibine. Paşa ji jina xwe ra dibêje şûr ji deste min pekiya. Wa jli dere çadirêye bide deste min. Wî mîratî parxanê min di hev ra derbast kirin.jina Paşê şûr hildide li mar dide Paşê ji fetlê mar xelas dike. Lê Paşa zehf birîndar dibe. Parxanê paşê tev dihevre dervast bûne. Hesinê di stûnê de singa Paşê qul dike. Paşê Dewrê beg û yên din tene ser . doxtor û hekîman tînin. Derman dikin. Lê dêna xwe didine bê faydeye. Dewrêş beg û merivê vî dihêlin diçine Stenbolê. Çendekî din Memed Paşa wefat dike.

10-Evla Beg Mîrê Zirav

Piştî mirina Memed Paşa şîn girîn zede bû li kela Elejgirê. De serkariya Bazîdê ji ber êrîşê Ûris û Eceman sê çar çara ji Bazîdê ber bi Elejgirê ve çûne. Disa zivirîne Bazîdê. Dawiyê da dewlata Osmanî jibona ku nufuza vê famîlê bişkêne nahêle evana herne Bazîdê. Ev jî li kela Elejgirê bi cî bune. Xelkê deverê giş digotina vê malbatêda bune. Piştî fermana tenzîmatê Dewleta Osmanî jibo sancaqan qaymeqam û qumandanê cendirma dişêne. Kes li deverê nexwestiye bibe qaymeqam û fermandarê cendirma. Dewletê jî ji sariqamûşê bi navê çerkez Emer merivekî bê perwabûye qaymeqam tayin dike. Şeş birayê wî hebune yekî jiwan dike qumandarê cendirma yên din ji dikine cendirme. Şîna Memed Paşa da li mehela çerkezan def û dewatê datînin. Evla Begê ku dibihîzepir hêrs dikeve. Radibe diçe mala çerkez Emer. Jire dibe Emer Beg ev çi hal e bavê min teze miriye şîna me heye em hezneîne. Li mehela çerkezan def û dewate. Çerkez Emer dibe xebera min jê tüneye. Keremke were hundur qahwekî vexwe. Çerkez Emer ber bidilê Evla Begê de tê. Dide rûnîştin. Ji re qahwê çêdike. Wexte ku Evla Beg qehwê vedixwe jinek direve xeberê dide mehla çerkeza. Dibe wele Evla Beg êrîşê ser mala Çerkez Emer kir Çerkez Emer guşt. Hun çi sekinine. Li ser vê xeberê birayê Çerkez Emer  Husên didine şûrê xwe tene dere Çerkez Emer.wê deme jî Evla Beg qehwa xwe veduxwe dertê derve. Li pêşîa Evla Begê li pêşî Çerkez Emer li pey dertên derva. Bire Çerkez Emer dêna xwe dide Evla Beg ji hudur dertê hezir dike ku birayê wî kuştiye diçe. Wê deme şûrê xwe dikişine davêje serê Evla Begê. Evla Beg birîndar dibe. Evla Begê jî şûrê xwe derdixe davêje serê Husên wî dikuje. Çerkez Beg ji hema dizivire hundur şûrê xwe hildide. Parava li Evla Begê dixe. Evla Begê xedar birîndar dibe. Birayên Evla begê, Teyar Beg, Silman Beg Dilo be jî tene kiştinê. Pênc şeş eskerê çerkeza jî tene kuştine. Çerkez cinazê xwe hildidin li qira qitê diçine Sariqamûşê. Malbata Surmelî Memed Paşa hê dijîn. Li kela Elejgirê paşnavê wana sarayxanoxlu ye.

11-Temo

Bi navê Temoyê Egît ji hesenan mêrxasek hebûye. Ew ji tevê bist û pênc merivê xwe dikeve nav eskerê Surmelî Memed Paşa. Temoyê Egît dengbêjbûye ew Evdal dibine hevalê û dostê hev. Bi rêde bihevre strna dibêjin. Evdal pir ji Temo hezdike. Piştî felaketa Xozanê Temo ji dizifive. Diwan dewr û zemanada Ûris, Ecen û Romiya bi hera şer kirine. Rev û mefîtî ketiye nava milet. Di wan rojan da Evdal dojeri li serê rêkî pêçekekî dibine. pêçekê hildide tîne malê. Ji jina xwe re dibêje Eyşê du kurê me hene eva yê sisiya, tê evê zarokê xweyîkî. Eyşê dibe birabe. Temo ji xwe re xwedî dikin.

12-Çavê Evdak kor dibin.

Temo dibe heft û heşt salî her çavê Evdal kor dibin. Evdal desteng dibe. Emrê Evdal ji pêşda çûye kal bûye. Kalî, korî û feqîrî yê bi hev re li Evdal dane deng. Evdal strana

 “Evdal kore rê nabîne.

Deste xwe li şelan û pelan û kerseka digerîne.

Kesekî xêrê tune deste min bigre bibe ser ziyareya bigerîne.

Mi hilde bibe Gogolanê ser merqeda Şêx Bihadîne.

Dilêm yar yar dilem yar yar”

Her biharan quling tene welatê Serhedê re devastî Berîyê dibin. Evdal carekî bişewat qêrîna qulingekî dibêhêze. Dibêje zaroyê xwe: “lawo herin binhêrin ew quling çima wisa bi şewat diqêre”. Zar diçin dêna xwe didine quling nafire. Quling digrin hildidin tînin. Evdal dêna xwe dide ku bazikekî quling şkestiye. Evdal basikê quling dicebirîne. Quling wisa êmla xwe dide Evdal Evdal kuda diçe quling ji pêra diğere. Evdal strana “qulingo” distirê. Li pey wî jî Evdal strana wey kaliyê dibêje:

“Kela Topraqelê bişewite di ber da rê ke

Xemê min pirin xeyalê min gelek e

Lewo Xwedê xirabike fqîriyê ne tu çek e

Xwedê tucarî mile mirkê camêr têra ne ke

Wey kaliyê wey koriyê

Xwedê xirabike kalaniyê”

Wele Temo lewo mirin çêtire ji feqîriyê”

Temo pazde şanzde saliya xwe de dimre.

Evdal heft sala kor dimîne. Hekîmek ji alyê Îranê tê gündeki nêzîk. Temo bi deste bavê xwe digre dibe cem hekîm. Hekîm dêna xwe dide çavên Evdal ji re dibêje perde ketiye ser çavên te ku bê hilanê belkî tu bibînî. Evdal dibe perde hilde. Derman dide Evdal. Evdal li gorî gotina hekîm çavên xwe derman dike. Evdal şevekî xwen dibine di xwewnê de merivekî rû rihman ji Evdal re dibêje Xwedê li te hate rihmê. Evdal ji nav çî radibe. Lê tiştekî nabîne. Deste sibê bûye. Ji jina xwe re dibê Eyşê rabe çire vêxe? Jina wî ranabe. Evdal deste xwe dipelelîne. Derdikeve dere malê. Tîroja ronahiya dibine. evdal şadibe. Ew ji dunya tarî xelas dibe. Piştî çevebûnê Evdal diğere. Diçe Panosê Erdîşê, Elbakê,Qeleniyê strana “ezê li diyarî Qeleniyê diketim distirê”. Şerê di navbera Tahir Xanê Qeleniyê û Şahê Ecam da buye di salên 1885-1890da bûye straye.

Evdal mala xwe dibe Dedewêranê. Li vê gundî su sala dimîne. Paşê bardike tê Qanciya. Vê demê strana “rabe rabe”dibêje.

13-Mirina Evdal

Ku temenê Evdal mezin dibe. Kêm diğere. Çendekî din av cîda dimîne. Evdal rojekî gazî kurê xwe yê Mihe neviyê xwe yê Emer dike ji wan re dibêje ez dixwazim hûn ev herdû klamê min rind jiber bikin. Evdal destekî xwe davêje deste kurê xweyê Mihê destekî jî davêje deste neviyê xweyê Emer strana wey dil û ya wey Xozanê dibêje bi qedandina strana re Evdal dimre. Dema ku wefat dike emre Evdal 113 saî buye. Mezelê Evdal niha li Qancîyane.

Teksa Semînerê

Mijar: Evdalê Zeynikê

Axivker: Hanifi TAŞKIN

CİH: Komeleya Nûbihar -Wan

Dîrok.12.01.12013