Komeleya Nûbiharê ya şaxa Wanê: Semînera “Helbestvaneke şareza û wendayî: WEAD’Δ ku ji hêla Muslîh SEZER ve hatiye dayîn li jêr e:
16.02.2013
DÎROKA MUKSÊ
Mîrên Miksê, yên Hizan û yên Spayîrtê eqrebayên hev in û dema ku Eyyubiyan navçeya Xelatê girt ew malbat wî deré cî bun.
Celaleddin Herzemşah di sala 1229 an da dema navçeya Xelatê dorpéç kir ew malmîr çune başurê gola Wané û wî deré cî bun.
Têkoşina Osmaniyan û eşîrên Kurdan heta dawiya hilweşîna Osmaniyan berdewam kir.
D i sedala 16. da Imperetoriya Osmanî di Kurdistanê da hakimiyet girte dest û bu desthilatdar.
Muks bi eyaleta Wanê ve weke sencaxek î hate gêridan.
1630 an da Muks kete bin mahiyeta mîrîtiya Hekkariyé û heta demeke dirêj, Muks weke ‘erda wî mîrên Muksê jî weke mîrên Hekariyê hane nasîn.
Di sedsala 19 an da kurê Evdî Begê yê mezin Şêxî Beg bû mîrê Muksê û serxwebuna xwe ya herêmî bi dest xist.
Di salên 1828-1829 an da mirê Botan Bedirxan Beg, ji bo yekîtî û azadbuna Kurdistanê bi mîrê Hekkariyê Nurullah Beg, mîrê Erdelan û yên Muksê re lihevhatinekî îmze dike.
Dewleta Osmaniyan dema ku xwest mîrîtiyên Kurdan ji meydanê raketin, ji navenda rêvebiriyê ya Osmanî,walî û qaymeqam vêrikirine Kurdistanê.
1862 an de Muks bu navçeyek, Derwêş Beg bû qaymeqamê wî yê yekemên. 1902 an da bi veguhistineke îdarî navçeya Muksê bû nahiye û navçeya Şaxê ve hate giridan. Mihtila Beg bû midurê nahiyeyê.
Ji bo rêvebiriyê komeke mirovên çekdar sazî dike, birayê wî Fazil Beg dibe serokê wan. Mihtila Beg di 1920 an da wefat dike. Li Muksê beriya şerê yekemin nifusa Ermeniyan ji ya Kurdan zidetir bû. Mihtila Beg di vî şerê da roleke giring leyîst û nehila ku navbeyna Kurd û Ermeniyan da şereke zide mezin bite kirin. Ji ber vî romanusê navdar yê koçber ku ji Wanê koç kiriye, Elîyê Evdirehman romanekî bi navê “Mihtila Beg” dinivîse li belê heta naha nehatiye weşandin. Muks 1932 an da bi navçeya Westanê ve tite gêridan.
Di navbeyna salên 1958-1964an da navçeya Sêrtê Perwariyê ve tite giridan.
*1964 an da dibe nahiyeke navçeya Westanê.
*1987an da dibe navçeyeke Wanê û Nacî Orhan dibe şaredarê Muksê yê yekemin.
Mîrê Muksê yê ewelî ku tite zanîn Mîr Evdal e. Mirén Muksê malbata Eyubxanbegî tine bi nav kirin. Mîrên wî yên navdar Mîr Hesen, Mehmûdxan, Evdalxan, Şêxî Beg û Mihtila Beg e. Kurê Evdî Begê Şêxî Beg, Muksê dike herêmeke serbixwe.
Şêxî beg dema bi qomployeke di keleha Şaxê da tite kuştin kurmamê wî Mahmûdxan dibe mîrê Muksê. Ji ber Osmaniyan digel Bedirxan begê mîrê Botan dema serî hilda û têkçun Mehmudxan Beg di sala 1847 an da mişextê Sîlîstrê (Rusçuk) bû.
19 salan di mişextiyê da dimine di mişextiyê da di sala 1866 an da wefat dike.
Mehmuxan Beg di dîroka Kurdan û ya Muksê da kesayetiyekî giring e.
1830 an da Kelha Xoşabê feth dike û dawî li mîrîtiya Mehmûdiyan tine. Piştê wî buyerê dibe mîrekî navdar.
Dema ku Mîrê Hekkariyê Nurullah Beg û kurmamê Bedirxan Begî, Mîr Seyfeddîn bi hevra li hemberê Mahmudxan şer îlan kirin, Mahmûdxan birayê wî Evdal xan, Evdirrezak Beg û mîr Sêvdîn teslimê Osmaniyan bûn.
Mehmûdxan Beg saleke dimine Stenbolê û bi serhildana Kavalalî Mehmed Elî Paşa û ji ber êrişên Farisan bi şunda vedigere Muksê.
Mehmudxanê Mîrê Muksê, Mîrê Kisanê Xalid Beg, Şerîf Paşayê Muşî, Mîrê Xelatê Mustafa Beg, Mîrê Cizîra Botan Bedirxan Beg û mîrê Hekkariyê Nurullah Beg li hev tin û li hemberê Dewleta Osmaniyan serî hildidin.
Di sala 1847 an da serhildan têkdiçe û Bedirxan Beg mişextê girava Gîrîtê, Mahmudxan jî mişextê Rusçukê ku girêdayê eyaleta Silistreyê ye dibe.
WEDA’Î; JİYAN, HUNER Û HELBESTÊN WÎ
Weda’î di dora sala 1790 an da li Muksê ji dayik buye. Di binê helbesteke wî da dîrokek heye û li me dide zanîn ku ev helbest di sala 1840 an da nivîsiye û heta vî dîrokê jî li heyatê bûye.
Di sala 1256ê mş. (1839 za.), Weda’î helbestek li ser Xan Mehmûd Begê gotîye.
‘Ûmrê min vê întîhabû bûye nêzîk pêncehan
Min di kuncê hucrê xûnxwar û ji hecrê min çi dît
Ev helbest li dorê sala 1840ê nivîsîbi ji dayikbuna wî dikeve sala 1790 an.
Weda’î mexlesa wî ye û navê wî yê rastîn Evdilhemîd e û di helbestekî xwe da (helbesta 5.) weha dibêje:
Cumle ‘alem rahet û xweşnûdin îro kamiran
Derd û xem roja ezel vêra Weda’î aferîd
Her ‘ebabê asimanan nazilî ‘er’dan bibî
Dê biken elbette pirsa meskenê ‘Ebdilhemîd
Destnivîsa dîwana Weda’î Kurdolog û arşêologê Alman Le Coq Albert August navbeyna salên 1905-1907 an da li Kurdistanê aniye û teslimê kutupxaneyekî Almanî kiriye.
Weda’î, di serdema du mîrên Muksê Şêxî Beg û Mehmûdxan Begî da jiyaye.
Weda’î katibê Şêxî Begê buye.
Şêxî beg, di sala 1821 an da bi destê mîrxanima Şaxê Adîle Xanima xwûşka Ibrahîm xanê mîrê Hekkariyê li keleha Şaxê da tite kuştin.
Weda’î li ser vî bûyerê mersiyeyekî dinivîse.(helbesta 29.)
Weda‘î ev helbest li ser awayê helbesta Ehmedê Xanî ya li ser Mi‘hemed Begê ‘hakimê Bazîdê gotiye:
“Kanê Muhemmed Beg gelo
Ka padîşahê Serhedan
Îro ji dil bigrîn dilo
Ka padîşahê Serhedan” (E. Xanî)
“Der mersiyeyê Şêxî Beg ‘hakimê Miks”
Îro ji destê felekê
Kanê cihangêrê cihan
Bigrîn ji bo Şêxî Begê
Kanê cîhangêrê cîhan
Mîrê bi î‘hsan û kerem
Kan sa‘hibê cûd û nî‘em
Wesfê di vî her dê bidem
Kanê cîhangêrê cîhan
Çaxê di nav komê diket
Heybet bi ser Romê diket
Ma ev felek dûmê diket!
Kanê cîhangêrê cîhan
Romê dema ‘esker dikir
Bê ‘hedd û bê defter dikir
Mîr leşkerê wan ker dikir
Kanê cîhangêrê cîhan
Mîrê bi î‘hsan û xelat
J’ Romê vegirtin pir welat
‘Esker ji Bohtan bo dihat
Kanê cîhangêrê cîhan
Kanê gelo mîrê bi nav
‘Esker li Romê kir belav
Dijmin bezendin vî tevav
Kanê cîhangêrê cîhan
…..
Piştî mîr têt kuştin, divê şûngirek şûna wî bigrît. Weda’î dibêjît; tinê Xan Mehmûd dikare vî karî bike û li cihê Şêxî Begî rûnît.
Weda’î, dîroka kuştina wî bi hesabê ebcedê nivîsiye, ku dibîte sala 1237ê mş.(1821’ê zayînî). Weda’î weha dibêjît:
Ya qenc ew e em vê bikeyn
Navî li tarîxê bideyn
Bo xeyn û rê û lam û zeyn
1000 200 30 7
Kanê cihangêrê cihan
“Cami’îyê Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî” ya Alexander Jaba û Mela Mehmûdê Bazidî da serpêhatiya çîroka kuştina Şêxî Begî tête qissekirin.
Weda’î çawa berê, debîr û katibê Şêxî Begê bûye, dîsan bûye debîr û katibê Xan Mehmûd. Di helbestekê da Weda’î dibêjît, ku pîrbûn û extiyarbûn hat û divê dest ji vî karî berde û jiyana xwe ya mayî di rêya Xudê da bimezêxe û weha dibêjît:
Ey dilo vê hatî pîrî
Şerm nehin carek ‘heya ke
Bes nehin êdî debîri
Katibî karek hilak e
Di vê helbestê da xuya dibe ku ew gelekê poşman e û ew ‘umr û jiyana wî yê berî hemî bi beredayî di xefletê da çûye.
Wî divê ji vê rêyê derkeve, ji xwe ra rêyeke dî helbijêre, ew jî rêya Xudê û tewbê û terîqetê ye:
Terka dinya û hewes ke
J’xizmeta mîran tu bes ke
Qesdê yek sahib nefes ke
Belku derdê te dewa ke
Ey dilo vê hatî pîrî
Şerm nihin carek heyake
Bes nihin êdî debîrî
Katibî karek hîlake
Katibî karek cetin e
Te çi dî bîra xwe bîne
‘Aqîbet xêr tê çunîne
Me bi derda, fayde nake
Fayde naket min nezanî
Çû telef ev newcewanî
‘Umrê pîrî natewanî
Kî xerîdare bihake
Te çira hinde gunah kir
Nameyêd spî pir siyah kir
B’dest xwe karê xwe tebah kir
Ber bi dergahê Xuda ke
Dê heta kengî fi‘dûl bî
Hinde pê nefsê mijûl bî
‘Aqîbet dê pê melûl bî
Xwe ji dest nefsê riha ke
Di wî çaxî da tewbe kirin piranî li ser destê şêxekê terîqetê bûye, lewra wî jî şêxek ji xwe ra helbijartiye, ew şêx jî her wekî ew navê wî di helbestê da tînît ku Seyyîd Tahayê Nehrî ye û weha dibêjît: (helbesta 17.)
Seyyid ev şêxê ‘îzam e
Murşid e sahib kîram e
Ger nezer carek bida me
Qelbê mecrûh dê şifa ke
Hêviya min padişaha
Seyyidê semmiye Taha
Min hene bêhed cefaha
Hîmmeta xwe aşkera ke
Helbestvaniya Weda‘î
Weda‘î yek e ji wan helbestvanên klasîk ên Kurd yên gelek şehreza. Di helbesta Farisî da jî şehreza û serkeftî bûye. Helbestên wî yên Farisî ji yê Kurdî zidetir in. Di dîwana wî ya Farisî da şêst neh (69) helbest hene, çend ‘xezelên Mele Camî, Hafizê Şîrazî texmîs kiriye. Dîsa helbestekî Pertew Begê Hekarî ku bi Farisî nivîsiye, texmîs kiriye.
Di dîwana wî ya Kurdî da jî sîh û heft (37) helbest hene. 17 xezel, 3 muxemmes, 16 şi’rên bi kiteyî, musebba (heftrêz) û mesnewîyek di diwana wî ya Kurmancî da cî girtine. Weda’î îlhama xwe hem kevneşopiya edebiyata gelêrî hem jî ji ya klasîk wergirtiye.
Şîve û awayê wî gelekî dişibe ya Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî.
Caran weke Ehmedê Xanî mîrekî serbixwe dixwaze û gazindan ji gel dike ku bazara Kurdî ra nabin xerîdar (bikirdar). Sîruşt, nesîhet, xurbet, cefaya ji destê yarê, pesnê Xuda û yê pêxember, ramanên tesewwûfî û felesefîk mijarên helbestê wî ne.
Ey cewanbext û felek yar û keremkarê cihan
Min ji ‘heq hêvî heye milkê te dê me’mûr bî
Her kesê vê dewletê her dê nexwazit ta qiyam
Rûsiyah û şermesar û xeste û rencûr bî
Nezm û eşa’rê Weda’î ger bibit meqbûlê mîr
Dê di iqlîmê cihan, şi’rê me dê meşhûr bî
……
MUSEBBA (HEFTRÊZ)
Ê ku qimsî û ‘hesûd û fitne engîz û nemam
Pêşî me’qûlan birû lê rexbetin sed îhtîram
Belku dispêrin bi destê wan imûrê “bîltemam”
Dibne agir bo Mislimanî disojin subh û şam
Dînfiroş û ‘zalim in ew her ji bo loqma ‘heram
Bê rewac e vî zemanî me’rîfet
Bêguman bê qedr e êdî ‘ilm û xet
XWEŞMÊR
JÊDER:
Seîd Direşî,Dîwana Weda’î, weşanên Nûbihar, Stenbol 2012
Sînan Hakan, Müküs Kürt Mirleri Tarihi ve Han Mahmud, Pêrî yay., İstanbul 2002
Sînan Hakan, Osmanlı Arşiv Belgelerinde Küertler ve Kürt Direnişleri, Doz yay. İstanbul 2007
Celîlê Celîl, Keşkûla Kurmancî, Wiyana 2004
Selim Temo, Kürt Şiiri Antolojisi 2. c., agorakitaplığı yay., İstanbul 2007
Abdurrahman Durre, Şerha Dîwana Ehmedê Xanî, weşanên keskesor, Stenbol 2002
Nejat Abdulla, İmparatorluk,Sınır ve Aşiret, Avesta yay., İsatnbul 2010
Aleksander Jaba, (Camî’yê Rîsaliyan û Hîkayetan)Çîrokên Kurmancî, St. Petersbourg 1860

